Mexdurên biryara di hikumê qanûnê de ji Stenbol berê xwe dan Enqerê

Faşîzma AKP’ê bi biryara hikmê di qanûnê de, bidehan şaredarî û bihezaran kes ji karê wan derxist. Li dijî vê bê edaletiyê, mexdurên biryara di hikmê qanênê de, ji Stenbol berê xwe dan, Enqerê.

Cemal Yildirim, Muhammet Semîh Karaoglû yên bi Biryarnameyên di Hukmê Qanûnê de hatin derxistin û Resûl Kalyoncû yê ku piştevaniya wan dike, bi daxwaza “maf û edaletê” tevî hemû astengiyan ji Stenbolê ber bi Enqereyê ve derketin rê.

Beriya meşê li navçeya Kadikoya Stenbolê daxuyaniyek dan.

Parlamenterê HDP’ê yê Kocaeliyê Omer Farûk Gergerlîoglû yê hatibû durxistin û Parlamenter Mûsa Pîroglû jî piştevanî dan karmendên jikar hatine derxistin.

Cemal Yildirim diyar kir ku ew çar sal in li edaletê digerin û wiha got:

“KHK di heman demê de qikirina li dijî me ye.

Qirkirina wan didome lê em ê teslîmî wan nebin.”

Piştî axaftinan çalakgeran ji Stenbolê ber bi Enqereyê ve dest bi meşê kirin.

Back to top button