Nikos Anastasiades: Dive kampanyayên navnetewî pêk bên li dijî Tirkiyê

Serokomarê Qibrisê diyar kir ku, Tirkiye li deryaya Spî yekalî tevdigere û ji ber serhişkiya xwe diyalogê têk dibe.

Serokomarê Qibrisê Nikos Anastasiades di civîna Giştî ya Neteweyên Yekbûyî de, got:

“Dabeşbûna Qibrisê ji ber bê-tehemuliya Tirkiyê çêdibe.

Tirkiyê, samanên ku ji erdê Qibrisê derxîne, nade qibrisiyan, lê dixwaze dabeşbûna Qibrisê bi awayekî dewam bisepîne.”

Anastasiades destnîşan kir ku Tirkiyê mafên Qibrisê li rojhilatê Deryaya Spî desteser kiriye, Sûriye dagir kiriye û destwerdanê li Lîbyayê dike.

Serokkomarê Qibrisê banga pêkanîna kampanyayên navnetewî, li dijî Tirkiyê kir.

Back to top button