Di demên dawî de gelek hewldanên derxistina fitneyê hatin kirin. Rûspiyê êla Cewala ya herêma Cizîrê, Şêx Misqal Recep ev yek şermezar kir û got bi tifaqa kurd-ereb û pêkhateyên din yê herêmê ev hewldanan têk çûn.
Şêx Misqal banga hişyariyê li hemû pêkhatiyên herêmê kir.
Dewleta Tirk a dagirker û hikumeta Şamê bi rêya ajanên xwe şêx û rûspiyên êlên herêmê kirin hedef da ku tevna civakê ji hev bixe û nakokî û tevliheviyê di nava gelên herêmê de derxe.
Li dijî van hewldanên qirêj rûsipî û serokeşîrên herêmê bertek û nerazîbûnên xwe nîşan dan.
Rûspiyê eşîreya Cewala ya herêma Cizîrê, Şêx Misqal Recep diyar kir ku armanca van êrîşan ew e ku fîtneyê di navbera pêkhateyên herêmê de derxînin.
Şêx Misqal Recep piştrast kir ku têkiliyên di navbera gelên Ereb û Kurd de, têkiliyên malbatî û xwînê ne û ti hêzên derve nikare van têkiliyan xirab bike.
Recep destnîşan kir ku bi rêya têkiliyên xurt ên di navbera pêkhateyên di herêmê de me teror têk bir û civakeke demokratîk û hevgirtî ava kir.
Derbarê girîngiya hişyarbûn û hevgirtina di navbera pêkhateyan de, şêx Misqal Recep got:
“Divê em destekê bidin hemû kesên hewl didin welat ava bikin û bersiva yên ku hewl didin welat xirab bikin, bidin.”
Di dawiyê de şêxê êla Cewala, şêx Misqal Recep bang li hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir ku li hember xeterî û hewldanên derxistina fitneyan hişyar bin.