Şandeyek ji Meclisa sivîl a Reqayê bi fermandariya Giştî ya QSD’ê re civiya û piştgiriya xwe pê re anî ziman.
Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mezlûm Ebdî di civînê de rewşa siyasî, leşkerî û rewşa dawî li herêmê gutubêj kir.
Şandeyê jî, nerînên xwe ji bo pêşketina kar û hevgirtina hemû pêkhateyan ji bo parastina ewlehiya herêmê anîn zimên.
Şandeya Reqayê bîrdariyek bi teşeyê deriyê Bexdayê pêşkêşî fermandariyê kir.
Hevserokê Meclisa Sivîl a Reqayê Mihemed Nûr El-Zîb derbarê armanca civînê axivî û got:
“Armanca vê civînê, ew e ku em teqez bikin em li hember hewldanên têkbirina ewlehî û aramiya herêmê bi QSD’ê re ne.”
El-Zîb diyar kir ku gelê herêmê ji bilî QSD’ê tu hêzên din li herêmê qebûl nakin û rê nadin kesî ku ewlehî û aramiya herêmê têk bibin.