Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mithat Sancar, diyar kir ku tenê îstîfaya Wezîrê Aborî û Darayî Berat Albayrak têr nake, divê Erdogan û hemû kabîneya xwe jî îstîfa bikin.
Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan-HDP’ê Mîthat Sancar, di civîna koma partiya xwe de geşedanên dawî nirxad.
Sancar, ewil îstîfaya Wezîrê Aborî û Darayî Beraat Albayrak nirxand û
diyar kir ku wan di 2 rojên dawî de têkçûne ragihandina girêdayê desthilatê baştir dît.
Sancar got:
“Wezîrî Aborî û Darayî yê welatêkî îstîfa kiriye lê ragihandinên girêdayê desthilatê ker û lal ma û benda fermanê man. Lê ew çiqas nedîtî ve jî bibînin heqîqet ti carî nayê wenda kirin û zû dereng derdikeve holê.”
Sancar balkişand li ser pergala ku desthilatdariyê li Tirkiyê avakiriye û dazanîn ku tişta ku niha têk çûye ne Berat Albayrak e.
Ya têk çûye pergal bi xwe ye. Dîroka vê têkçûnê Hezîrana 2015’an e.
Li hember vê têkçûnê divê serokomar û kabîneya xwe bi hevre îstîfa bikin û Sancar banga hilbijartineke pêşwext kir