Kongreya Star destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker nahêle zarokên herêmê di nava ewlehî û aramiyê de bijîn.
Bi boneya Roja Zarokan a Cîhanê Koordînasyona Kongreya Star daxuyaniyek da.
Kongreya Star eşker kir ku li Sûriyê bi sedan zarok bi êrîşên DAIŞ’ê û çeteyên dewleta Trik hatin kuştin û bi sed hezaran kocber bûn û got,
“Berpirsyarê sereke yê vê yekê jî Erdogan û hikumeta AKP’ê ye ku di destpêkê de bi destê çeteyên DAIŞ’ê, dûre jî yekser bi xwe êrîşî xaka me kir.”
Kongreya Star bang li dê, bav û mamosteyan kir ku zarokên xwe nekin qurbaniyên polîtîkayên dewletan, şer û bişaftinê.
Koordînasyona Kongreya Star destnîşan kir ku ji bo parastin û pêşvebirina mafên zarokan xebatên xwe wê berfireh bikin.