Hêzên Rizgariya Efrînê li dijî çeteyên dewleta Tirk a dagirker çalakiyek lidar xistin.
Di encamê de çeteyek hat kuştin û 4 çete jî birîndar bûn.
Navenda Ragihandina Hêzên Efrînê li ser çalakiyê daxuyaniyek da û ev agahî parvekirin;
Çalakiyên bi bandor yên hêzên Rizgariya Efrîn ku li dijî leşker û çeteyên dewleta Tirk a dagirker yên li Efrînê û derdora wê bicîh bûne dewam dike.
Di çarçoveya van çalakiyan de;
22’ê Sibatê de Hêzên Rizgariya Efrînê li derdora gundê Kil Cibrîn ya Ezazê li dijî erebeyeke çeteyên dewleta Tirk a dagirker ku têde bûn kirin hedef û çalakiyeke sabotajê lidar xistin.
Di encama çalakiyê de erebe hat teqandin.
Her wiha çeteyek hat kuştin û 4 çete jî birîndar bûn.