Di çarçoveya şandina hêzê ber bi Idlibê ve, Artêşa Tirk 15 maşîneyên din û alavên leşkerî derbasî herêma bê-çek dike.
Çavdêriya Sûrî ya Mafê Mirovan ragihand ” Şeva borî Artêşa Tirk 15 maşîneyên din û alavên leşkerî, lojistîk di dergeha Kefer Lûsîn re derbasî nuqteyên xwe yê li herêma bêçek kirin.
Bi debasbûna van maşîneyên leşkerî re, jimara giştî ya maşîneyan ji dema agirbestê û heta niha dibe 7 hezar 560 maşîne û bi hezaran leşker jî.