Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên xwe, nuqteyên hêzên hikumeta Şamê yên li gundên Zirganê topbaran kirin û 2 leşker hatin birîndarkirin.
Dagirkeriya Tirk duh êvarê nuqteyên hêzên hikumeta Şama yên li gundên Til Hermel û Bobê yên navçeya Zirganê dan ber topan.
Li gorî ajansa nûçeyan “Hawarê”, di topbaranê de 2 leşkerên hikumeta Şamê birîndar bûne û ji bo nexweşxaneya Til Temirê hatin rakirin.
Li gel vê topbaranê, hema bi awayekî rojane deverên din jî, mîna Eyn Îsayê û rêya M4 ya navnetewî tên armanckirin.
Dewleta Tirk ji 17ê Mijdarê û heta 5ê vê mehê, di nav de zarokek, 4 sivîl kuştin û 14 jî birîndar kirin.