Hêzên Ewlehiya Iraqî çeteyekî DAIŞê, ku li ser malperên civakî piropagandaya xwe dikir, girt.
Hêzên ewlehiya Iraqî duh ragihand ku di encama operasyoneke xwe li Parêzgeha Kerkûkê de, çeteyekî DAIŞê hat girtin.
Ev çeteyê ku hatiye girtin, çalakî, oprasyonên bi tirs, kuştin û revandin li ser malperên civakî belev dikir.
Duh jî, li gundên Gulale yê Xaneqînê, di êrîşeke DAIŞ’ê de, 3 sivîl û 2 leşkerên Iraqî birîndar bibûn.