Li başûrê Kurdistanê berfê devera Hacî Omeran a Hewlêrê spî kir û tevgera bazirganî ya sînor rawestand.
Ji şeva borî ve li Başûrê Kurdistanê pêla barîna baran û berfê destpê kiriye.
Vê pêlê Hacî Omeran û Balekayetî jî girt.
Heta danê sibehê zêdetirî 30 santînmetreyan berf li herêmê barî.
Ji ber berfê riya Deriyê Sînor ê Hacî Omeran hate girtin.
Tîmên paqijkirina riyan riya ji berfê paqij dikin.