Çeteyên dewleta Tirk û hêzên hikûmeta Şamê li eniyên Sehil El-Xab û Cebel El-Zawiyê bi çekên giran êrîşê hev kirin.
Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku vê sibehê di navbera hêzên hikumeta Şamê û çeteyên Tirkiyê de, li eniya Emqiya ya Sehil el-Xab Hemayê û Cebel El-Zawiyê ya Idlibê şerekî giran rû da.
Hêzên hikûmetê derverên Kinsefra, Fitêra û Benîn li bakurê Idlibê topbaran kirin.
Artêşa Tirk 25 maşîneyên din ên leşkerî derbasî Idlibê kirin
Şandina çekan bo Idlibê jî dewam dike û duh dewleta Tirk 25 maşîneyên din ên leşker derbasî deverê kirin.
Heman çavkaniyê da zanîn ku artêşa Tirk ev 25 maşîne ber bi nuqteyên xwe yên li Cebel El-Zawiyê ve birin.
Bi vê yekê, jimara maşîneyan ji destpêka agirbesta Adara borî û heta niha gihişt 7 hezar û 850 maşîneyî.