Nexweşxaneya Gel a Şedadê ku ev zêdetirî salekê ye dihat sererastkirin, dê di demeke nêz de bikeve xizmetê.
Nexweşxaneya Şedadê ku ji aliyê çeteyên DAIŞ`ê ve hatibû hilweşandin, rêjeya xirabûnê ji sedî 75 bû.
Rêveberiya Xweser ji bo barê şêniyan sivik bike, da ku neçin nexweşxaneyên Hesek û Qamişloyê dest bi sererastkirina nexweşxaneyê kiribû.
Berpirsê projeyê Mihemed Zêdo diyar kir ku 95 ji sedî xebatên sererastkirinê bi dawî bûye û di destpêka Adarê de dê bikeve xizmetê.
Mihemed Zêdo da zanîn ku nexweşxane wê xizmeta zêdetirî 700 gundên girêdayî 4 navçeyên Hesekê bike, bi alavên pêşketî û kadroyên tenduristiyê, yek ji baştirîn nexweşxaneyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê be.