Li Yemenê, 20 çekdarên Hûsî li ser destê artêşa welat, hatin kuştin.
Artêşa Yemenî bi daxuyaniyekê ragihand ku “Çekdarên Hûsî” êrîşî nuqteyên artêşê yên li eniyên Mixedra û Mihzam Mas ên li bakur-rojavayê parêzgeha Necif, kir.
Li gorî daxuyaniya artêşa Yemenî, bêtirî 20 çekdarên Hûsî hatin kuştin û jimarek mezin jî birîndar bûn.
Li aliyekî din, çekdarên Hûsiyan bi dronekî navenda polîsê ya li bajarê Teizê topbaran kir. Di encamê de, polîsek hat kuştin û 7 jî birîndar bûn.