Yewnanistan..Paytext Atîna veguherî qada pevçûnan, 3 polîs birîndar bûn

Li dijî tundiya polîsan bi hezaran kes li paytexta Yewnanistan Atînayê daketin qadan. Di pevçûnên li paytextê de yek jê giran 3 polîs birîndar bûn.

Şevê din li Atînayê nêzî 5 hezar kes li dijî tundiya polîsan daketin qadan û çalakiya protestoyî lidar xistin.

Komeke ji sedan kesên rûpêçandî jî berê xwe da navenda polîsan û êrîşî wan kir.

Di xwepêşandanê de çalakgeran bi kevir û molotof kokteylan bersiv dan polîsan.

Polîsan bi TOMA û bombeyên gazê dest li çalakgeran werdan.

Her wiha derdora deh konteynirên çopê hatin şewitandin.

Li gorî agahiyan, di dema çalakiyê de yek jê giran 3 polîs birîndar bûn.

Dozgeriyê ragihand ku ji bo lêkolînkirina “bûyerên krîmînal ên gengaz ku ji aliyê polîsan ve hatibin kirin” dest bi lêpirsînê kiriye.

Polîsan jî dest bi lêkolîneke navxweyî kirin.

Back to top button