Hêzên artêşa Iraqî hewldaneke çeteyên DAIŞ’ê a derbasbûna başûrê Bexdayê pûç kir û tê de, DAIŞ’iyek hat kuştin.
Fermandariya operasyonên Bexdayê ragihand ku roja Çarşemê, hêzên artêşa welat hewldaneke DAIŞ’ê a derbasbûna başûrê Bexdayê , têk bir.
Fermandariyê diyar kir ku di encama têkbirina vê hewldanê de, çeteyek hat kuştin û kembereke bombekirî jî hat jihevxistin.
Duşema borî jî, ajansa Istixbaratî ya Iraqî girtina 2 çeteyên DAIŞ’ê li parêzgeha Enbarê ragihandibû.