Myanmar..Xwepêşandêran rêyên bajarê Yangon girtin

Li Myanmara ku ji 1’ê Sibatê ve darbeya leşkerî lê pêk hatiye 2 xwepêşandêrên din hatin kuştin. Li bajarê Yangon tevî hemû zextan, xwepêşandêr careke din li hev kombûn û rê girtin.

Di demeke ku artêşa darbekar li nava bajar dewriye digeri de, xwepêşandêr bi mertalên ku çêkirine hewil didin xwe biparêzin.

Li gorî çapemeniya herêmî, artêşa darbekar li bajarokên Okkalapa ya Bakur yê Yangonê gef li welatiyan xwariye ku ger rêyên girtî venekin wê malên wan gulebaran bikin.

Tê gotin heta niha di xwepêşandanên li dijî darbeyê de, nêzî 200 kes hatine kuştin û 2.181 kes jî hatine binçavkirin.

Herçiqasî artêşa darbekar vê yekê redike jî lê birîndarbûna xwepêşandêran pejirand.

Back to top button