Rêzan Gulo: Divê niha dosyayên DAIŞ’ê yên li zindan û kampan bên çareserkirin

Bi boneya Salvegera Têkbirina DAIŞê, Şêwermendê Fermandariya Giştî ya QSD’ê Rêzan Gulo ji televîzyona me re diyar kir, niha divê êdî dosyayên DAIŞê yên li zindan û kampan bên çareserkirin.
Her wiha şervanên QSD û rayedarên herêmê jî teqezî li ser domandina têkoşînê kir. 

Rêzan Gulo diyar kir ku DAIŞ bi rastî êdî xwe ji nû ve zindî dike û banga qutkirina çavkaniyên terorê li dewletên cîhanê kir.

Di dîroka 23 Adara 2019’an de, Baxoza Dêra Zorê ango dawîn asêgeha DAIŞê, bi berxwedana şervanên QSD’ê, rizgar bû.

Şêwermendê Fermandariya Giştî ya QSD’ê Rêzan Gulo ev roj li hemû şervan û gelê herêmê pîroz kir û ji televizyona me Ronahî re diyar kir ku ji bo tunekirina DAIŞ’ê, divê piştgiriya dewletan ên destekê didin vî fikirî û di serî de dewleta Tirk, were qutkirin û ji ber sûcên xwe yên şer werin darizandin..

Gulo her wiha destnîşan kir ku piştî têkbirina DAIŞ’ê di warê leşkerî de, niha divê
rewşa çeteyên ku di zindan û kampan de were zelalkirin û ev yek ne tenê li ser milê QSD’ê ye, belê ji cîhanê tevde tê xwestin.

Şervanên QSD’ê soza berdewamkirina têkoşînê da

Bi vê boneyê, şervanên QSD’ê jî ev rizgarkirin li hemû şehîd û xelkên Dêra Zorê, Rojava û Sûriyê pîroz kir û soza têkoşînê heta tunekirina dagirkeriyê li ser vê xakê, dan.

Mihemed Receb: Em ê heta dawî piştgiriya QSD’ê bikin

Serokê Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê Mihemed Receb jî ji Ronahî TV re diyar kir, ew ê heta dawiyê piştgiriya Hêzên Sûriya Demokratîk bikin.

Ev roj ji bo xelkên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û bi taybet xelkên Dêra Zorê rojeke pîroz e.

Bi vê boneyê, em dubare teqez dikin ku em piştgiriya Hêzên Sûriya Demokratîk dikin, ji ber ku bi berxwdana wan em li vir in.

Her wiha em bang li NY dikin ku êrîşên dagirkeriya Tirkiyê yên li dijî vê axê rawestînin.

Em dixwazin ku Rêveberiya Xweser jî bi awayekî fermî were naskirin.

Hevserokê Buroya Parastinê yê Dêra Zorê Ebû Mihemed Cebir jî têkildarî vê rojê gotinên xwe hebû.

Li Dêra Zorê dawiya DAIŞ’ê hat nivîsandin û ev yek bi berxwedana bi sedan şehîdên QSD’ê çû serî.

Me DAIŞ’ê bi awayekî leşkerî têk bir, lê niha em li dijî şaneyên wê yên veşartî û fikirê wê yê terorîst li ber xwe didin.

Bi rizgarkirina Baxozê re, roj bi roj pêşketin di hemû aliyan de çêbû.

Ev yek bi têkoşîna şervanên QSD’ê dem bi dem hîna zêdetir dibe.

Back to top button