Putîn biqanûna dixwaze heta 2036’an li ser kursiyê deshilatê bimêne

Serokê Rûsya Vlademir Putin zêdetirî 20 salin serokê welat e….
Li gorî qanûnên Rûsya di hilbijartinên sala 2024 an de Putin nikare bibe namzêt.
Ji bo heta sala 2036 li ser desthilatê bimîne, guhertina qanûnên hilbijartinan tên nîqaş kirin.

Serokê Rûsya Vlademir Putin ku ji 31 Kanûna 1999 an ve serokê welate, ji bo carek din di sala 2024 an de bibe namzet, duh pêşnûmeya qanûna nû ya dirêj kirina desthilatê heta 15 salan din di Meclîsa Dûma de hat erêkirin.

Guhertina destûr û qanûnên hilbijatinê divê ji aliyê Senatoya Parlamentê jî bê erêkirin.

Senato wê di dawiya meha Adarê de guhertinan binirxînin.

Dibe ku ev qanûn ji aliyê Senatoyê ve bê erê kirin û di dawiyê de ji aliyê Serokomar Valdemir Putin ve were îmze kirin.

Ger ev qanûn pêk were, Putin yê 68 salî wê bibe serokê herê zêde li ser kursiyê desthilata Rûsya mayî.

Kanada li dijî 9 rayedarên Rûs ceza ferz kir

Putin her çiqasî dixwaze kursiyê deshilata xwe misoger bike, lê nikare ji cezayan xelas bibe.

Rêveberiya Kar û Barên Navneteweyî ya Kanadayê ji ber binpêkirinên mafên mirovan ên li Rûsyayê ceza li 9 rayedarên Rûs ferz kir.

Her wiha wezîrê karên derve Marc Garneau jî bi daxuyaniyekê got:

Kanada dê zexta li ser hikumeta Rûsyayê bidomîne da ku Navalny û alîgirên wî serbest berde.

Binpêkirina mafên mirovan ji aliyê Rûsyayê ve dê bê ceza neyê niştin.

Back to top button