Rêveberiya Jinan a Reqayê û Komîteya Azadiya Rêbertî ya Reqayê bi banga rakirina tecrîdê li ser rêber Abdullah Ocalan û eşkerekirina rewşa wî çalakiya konvedanê da destpêkirin.
Kon li naverasta bajarê Reqayê hate vedan.
Di roja yekemîn a çalakiyê de, bi dehan şêniyên Reqayê, tevî endamên saziyên sivîl herikîn bin kon.
Li bin kon, piştî rêzgirtinê daxuyaniyek hat dayîn.
Di daxuyaniyê de hate gotin:
Em êdî dikarin projeya neteweya demokratîk biparêzin û dê bibe çirûska ronahiyê li Rojhilata Navîn a nû ku tê de azadî, edalet û wekhevî heye.
Ji lew re em bang li tevahî gelên bindest dikin ku ji bo rêbertî bibin mertal.
Paşê li ser navê Meclisa Sivîl a Reqayê, Meclisa Malbatên Şehîdan û Meclisên Gel ên Reqayê axaftin hatin kirin.
Kesên axivîn weha gotin:
Tecrîda li dijî rêber Ocalan, hewldanên qedexekirina azadiya gelan e.
Em banga azadiya rêber Ocalan ji girtîgeha Îmraliyê dikin.