Artêşa Tirk 10 kolber ku asê mabûn binçavkirin

Artêşa Tirk li ser sînorê Tirkiye û Îranê 10 kolber ku li herêmê asê mabûn binçav kirin.

Li ser sînorê di navbera gundê Koran yê Ûrmiyê ê Rojhilatê Kurdistanê û gundê Xaşkan a navçeya Elbakê ya Wanê, 10 kolberên asê mabûn.

Ev kolber di di 25’ê adarê de ji aliyê artêşa Tirk ve hatin binçavkirin û bi helîkopteran ji herêmê hatin derxistin.

Xizmên kolberan diyar kirin ku bi rojane agahî ji kolberan nagirin û derbarê jiyana wan de bi fikar in.

Back to top button