​​​​​​​Di operasyona li kampa Holê de pergaleke teqemeniyê hate desteserkirin

Îro di operayona li Kampa Holê de pergalek teqemeniya ku ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve hatibûn veşartin ji aliyê hezên ewlehiyê ve hat desteserkirin.

Operasyona li Kampa Holê ku ji aliyê Hêzên Ewlekarîya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve hatibû destpêkirin di roja xwe ya sêyemîn de didome. Di roja sêyemîn a operasyonê de pergaleke teqemeniyê ku ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve hatibû veşartin hat dîtin û hate desteserkirin.

Endamên çeteyên DAIŞ’ê berê jî di kampê de bi van teqemeniyan û bi hin amûrên cûda ve gelek kes qetilkiribûn.

Hêzên ewlekariyê di roja sêyemîn a operasyonê de di hundirê konan de tunelek û cilên leşkerî jî bi destxistibûn. Her wiha îro di operasyona ku hat kirin de hin fîşekên çeken kaloşnîkof hatibûn dîtin û dîsa hin telefon, tablet û laptopê çeteyan jî hatibûn desteserkirin.

Xebatên lêgerînê li 3 beşên kampê bi dawî bû

Operasyona “Mirovî û Ewlehiyê” ya ku Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê roja Şemiya borî li kampa Holê dane destpêkirin, di roja 3’yemîn de bi dawî bû.

Kamp ji 8 beşên serek pêk tê ku tê de 60 hezar kes ji koçberên Sûriyê, penaberên Iraqê û kesên biyanî hene.

Her wiha malbatên DAIŞ’ê tê de hene, ji ber vê yekê wekî xetertirîn kamp li cîhanê ye.

Hêzên ewlekariyê, vê êvarê xebatên lêgerînê li her sê beşan bi dawî kir, di encamê de 14 DAIŞ’î di nav de 11 jinên ku sûcên qetilkirinê pêk anîn û girêdayî şaneyên di hundirê kampê de ne girtin.

Her wiha xebatên nûkirina belgeyên ser niştecihên kampê hîna berdewam in.

Ji roja yekemîn a operasyonê ve hate niha belgeyên 11 hezar û 747 kesan jêrî 15 salî hatin nûkirin.

Hêzên Ewlekairya Hundirîn li derdora her sê beşên navborî lêgerînê dikin û bi cîhazan çek û teqemeniyan keşif dike.

Back to top button