Bi boneya 4’ê Nîsanê, roja rojbûna Rêber Abdullah Ocalan, jinên xwendekar li Qamişlo, Tevgera Jinên Ciwan a herema Firatê meşên meşeleyî li dar xistin. Her wiha bi heman boneyê, li Minbicê jî pêşbirka wênexêzî û destxetê hat birêxistinkirin.
Bi boneya 4’ê Nîsanê, roja rojbûna Rêber Abdullah Ocalan li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê çalakî hatin lidarxistin.
Jinên xwendekar ên Tevgera Xwendekarên Demokratîk, ji bo eşkerekirina rewşa Rêber Abdulah Ocalan û bi boneya 4’ê Nîsanê, meşeke meşaleyî li Qamişlo li dar xist.
Di meşê de, tercîda giran a li ser Rêber Apo hat şermezarkirin û banga eşkerekirina rewşa wî ya tenduristî hat kirin, her wiha soza berdewamkirina çalakiyan hat dayîn.
Tevgera Jinên Ciwan a herêma Firatê meşeke meşeleyan li dar xist
Bi heman boneyê, Tevgera Jinên Ciwan a herema Firatê meşeke meşaleyan bi beşdarbûna bi dehan ciwanên Kobanê pêk anî.
Jinan diyar kir ku rojbûna Rêber Abdullah Ocalan, rojbûna gelên serhildêr e.”
Her wiha soz da ku ew ê li ser fikirê Rêber Apo bimeşin.
Xwendekarên Minbicê ev roj bi xêzkirian wêneyan pênase kir
Di heman çarçoveyê de, Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ya Minbic û Gundewarên wê û bi diruşma “Em bi pênûsên xwe pêşeroja xwe nexşe dikin” pêşbirka wênxêzî û destxeta Erebî çêkir.
Pêşbirk bi beşdarbûna 150 xwendekarên serkeftî, mamosteyên Minbic û endamên Rêveberiya Sivîl hat lidarxistin.
Pêşbirk bi belavkirina xelatan bi dawî bû. s