Çalakiya greva birçîbûnê di roja 138’an de ye

Ji bo azadiya rêber Apo û bidawîkirina binpêkirinên li girtîgehên Tirkiyê, çalakiya greva birçîbûnê li girtîgehan, Mexmûr û Yewnanistanê, bi biryardariyeke xurt didome. Hevberdevka Komîsyona Girtîgehan a Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwaz Destîna Yildiz jî diyar kir ji bo daxwazên girtiyan divê bi lez gav were avêtin.

Bi armanca azadiya Rêber Abdullah Ocalan û bidawîkirina binpêkirinên mafên mirovan ên li girtîgehan, çalakiya greva birçîbûnê ên li girtîgehan destpêkir, bi biryardariyeke mezin didome.

Çalakiya grevê bi koma 28’emîn di roja 138’an de dewam dike.

Girtiyan dan zanîn ku ew ê çalakiya xwe bidomînin heye pêkanîn daxwazên wan û azadkirin Rêbe APO.

Çalakiya grevê li Kampa Penaberan a Mexmûrê jî 117’an de ye.

Her wiha çalakiya li Kampa Lavrîo ya Yewnanistanê jî 100’an de didome.

Destîna Yildiz: Divê bi lez gav werin avêtin

Hevberdevka Komîsyona Girtîgehan a Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwaz (OHD) a Şaxa Stenbolê parêzer Destîna Yildiz jî ya ku grevên birçîbûnê dişopîne jî axivî û got:

Nabe ku daxwaza girtiyên li dijî tecrîda li ser Îmraliyê di greva birçîbûnê de ne, bi axaftina telefoneke 4 deqîqeyan were bicihanîn.

Grevên birçîbûnê wekî hincet tê nîşandan û her 5 rojan cezayên dîsîplînê tê dayîn û dibe ku ev ceza di demên pêş de bibe cezayên hucreyê.

Destîna bi bîr xist ku daxwaza girtiyan meşrû ye, divê dewlet li gorî qanûnên xwe tevbigere û wiha bi dawî kir:

Divê rêxistinên civaka sivîl û siyasetmedar peywira xwe bi cih bînin û di vî warî de hewl bidin.
Beriya ku dereng bikeve divê ji bo qebûlkirina daxwazan gav were avêtin.

Back to top button