Li Tahranê, di nava 48 saetan de, 84 bûyerên hewldana xwekuştinê rû dan û ji van jî 12 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Li paytexta Îranê ya Tahranê, di nava 16 û 17’ê Nîsanê de, 84 bûyerên hewldana xwekuştinê rû da.
Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Jinê li Tahranê di nava 48 saetan de 84 bûyerên hewldana xwekuştinê rû da.
Hat destnîşan kirin ku ji van 84 hewldanên xwekuştinê, 12 kesan jiyana xwe ji dest dan û 15 kes dermakirina wan a li nexweşxaneyê dewam dike.
Hat diyarkirin ku yek ji sedemên herî mezin ên zêdebûna xwekuştinê li bajêr, bêkariye û ev tenê beşe jimarêye ku serwîsî çapemeniyê hatiye kirin.