Li rojhilatê Hemayê, di êrîşeke çeteyên DAIŞ’ê de 2 endamên “Feyleqa 5`an” hatin kuştin.
Li gundewarên rojhilatê Hemayê, Duh piştî nîvê şevê, çeteyên DAIŞ’ê li herêma Ebû El-Elac a li bakurê rojhilatê El-Selemiyê êrişî endamên “Feyleqa 5`an” kirin.
Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan diyar kir ku di êrişê de 2 endamên “Feyleqa 5`an” ” ên ku rûsiya piştgiriyê wê dike hatin kuştin, 3 jî birşndar bûn.
Li gundewraê Idlibê hêzên hikumeta Şamê û çete bi hev ketin
Li gundewarên başûrê Idlibê jî, li eniya El-Riwêha şer di navbera hêzên hikumeta Şamê û çeteyên dewleta Tirk de derket.
Hêzên hikumetê herêmên Sehil El-Xab ê gundewarên Hemayê û Çiyayê El-Zawiyê yên gundewarên başûrê Idlibê, jî topbaran kirin.