Saziyên Kurd ên li Rûsyayê berxwedana Şengaliyan ji bo parastina destkeftiyên xwe pîroz kir û bang li gelê Kurd kir ku xwedî li Şengalê derkevin.
Bi navê yekîtiya Civaka Kurd a Navnetewî, Rêxistina Jinên Kurd a Navnetewî, Meclîsa Kurd a Moskoyê û Rêxistina Jinên Kurd a Moskoyê Viyan, daxuyaniyek hate dayîn û êrîşên li ser Şengalê hatin şermezarkirin.
Hevserokê Meclisa Kurd a Moskowê Rafîke Kamil axivî diyar kir ku hikumeta Iraqê ji bo tunekirina destketiyên civaka Êzidî seferber bûye û li pişt êrîşan dewleta Tirk jî heye.
Hat gotin ku PKK xwedî li civaka Êzidî derket û Êzidî ji komkujiyê rizgar kir.
Bêdengiya hêzên navnetewî û raya giştî ya li hemberî êrîşan hate şermezarkirin û hate xwestin ku tavilê li ber van êrişan rabin.