Îro li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûrî, qedexeya beşî ku wê 7 rojan dirêj bike, dest pê dike.
Rêveberiya Xweser ji ber bilindbûna rêjeya pêketiyên vîrûsa Coronyayê li herêmê, qedexeya beşî ku ji îro dest pê dike û heta 6 Gulanê dimîne, ragihand.
Li gorî biryara Rêveberiyê, qedexe wê ji saet 7’ê êvarî heta 7’ê sibeha dewam bike.
Jixwe li Bakur û Rojhilatê Sûrî û li gorî bîlançoyên Desteya Tenduristiyê heta niha jimara nexweşên vê şewbê gihiştiye 15 hezar û 796 û ji wan 571 jiyana xwe ji dest daye.