Şerê di navbera artêşa Yemenê û Hûsiyan de li bajarê Teiz ê başûrê paytext Senaayê, dewam dikin.
Artêşa Yemenê jî dibêje ev şerê çarenûsê ye.
Ebulmelêk El-Ehdel ku fermandarê Lîwaya 17`an a li derdorê parêzgeha Teizê ye, destnîşan kir ku di rojên dawîn de bi dehan fermandarên Hûsiyan hatine kuştin û hejmareke tîm, wesayîtên leşkerî û çek hatine bêkêrkirin.
Ebulmelêk El-Ehdel teqez kir ku şerê li eniyên Meqbene û El-Kedhe yên li gundewarên rojava çarenûsî û girîng in.
Fermandarê leşkerî diyar kir ku ew hewl didin hemû herêmên çiyayî yên li her du eniyan û heta herêma El-Berih paqij bike da ku dorpêça komên Hûsiyan li ser şêniyan ferz kiriye, bi dawî bike.
Her wiha da zanîn ku artêş li gundewarê parêzgeha Teizê bi pêş ve diçe û herêmên li Teizê hatine rizgarkirin stratejîk û girîng in.
Wezareta Parastinê ragihand ku artêşa Yemenê bilindahiyên li girên El-Sewdaa ku Hûsî lê bi cih dibûn, xistine bin kontrola xwe.