Li Hindistanê di nava 24 saetên borî de 400 hezar kes bi vîrûsa Coronayê ketine.
Wezareta Tenduristiyê ya Hindî da xuyakirin ku cara yekem e jimara pêketiyan bi vî rengî bilind dibe.
Di vê çarçoveyê de, li nexweşxaneyeke wîlayeta Gujaratê 16 pêketî û 2 perestaran ji ber vêketina agirkerî jiyana xwe ji dest da.
Li sernaserî Hindistanê jimara pêketiyên bi Coronayê gihîştiye zêdeyî 19 milyonan, jimara miriyan jî 212 hezar derbas kiriye.