Serokê muxalefeta Israîlê Yair Lapid ji bo avakirina hikumetê, dengên pêwîst bi dest xist û biser ket.
Yair Lapid duh agahî da serokê dewleta Israîlê Reuven Rivlin ku ew di avakirina koalîsyonekê ji bo hikumetê ya li şûna serokwezîr Benjamin Netanyahu, biser ket.
Partiya Lapid bi daxuyaniyekê diyar kir ku 7 roj li pêşiya serokê muxalefetê û hevalbendên wî hene da ku wezîran diyar bike û baweriyê ji parlementoyê bigre.
Beriya demekê serokê lîsteya Ereban a hevbeş Mensûr Ebas bang li Lapid kiribû ku koalîsyonekê ava bike.