Endamên Desteya Rûspiyan derbarê bûyerên dawîn ên Minbicê diyar kirin ku îstîxbarata Tirkî û hikûmat Şamê li piş bûyerê Minbicê ne.
Şêxê eşîreya El-Sada El-Heyalîn Eledîn Şêx Ehmed diyar kir ku hin alî hevgirtina niştîmanî ya navbera Kurd û Erebên Minbicê de xirab bikin.
Eledîn Şêx Ehmed da zanîn ku ev komployek e ji aliyê dewleta Tirk û hevkarên wê ve tê kirin. Ji ber wê ji eşîreyên Minbicê tê xwestin ku piştgiriya Rêveberiya Xweser bikin.
Di dawiyê de Şêx Ehemd destnîşan kir ku Erka Xweparastinê erka şerefê û şehadetê ye, parastina hemû pêkhateyên li herêmê dike.
Her wiha Rûsipiyê bi navê Hember Hesen jî diyar kir ku îstîxbara tirkiyê û hikûmeta şamê li piş vê yekê ne diwazin bajêr dagir bikin.
Hember Hesen destnîşan kir ku şênî û eşîrên Minbicê dê qebûl nekin ku pêkhateyên din parastina herêma wan bikin.
Ji hêla xwe ve şêxê eşîreya El- Elî Remezan Errehal jî bang li şêniyên Minbicê kir ku bi aqilane bûyerê bigirin dest da ku rê li ber dagirkeriya pilankirî ya ji sê aliyan ve tê meşandin, bigirin.