Şandeya Aştiyê ya Navneteweyî insiyatîfa “Kurdistanê biparêze” ragihand

Şandeya Aştiyê ya Navneteweyî ku ji aliyê PDK’ê ve hate astengkirin, civîneke çapemeniyê li dar xist û insiyatîfa Kurdistanê Biparêze ragihand.
Şandeya Aştiyê ji bo rawestandina êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û vekişîna hêzên Tirk, banga xurtkirina têkoşînê kir.
Hevseroka Kongreya Netewî ya Kurdistanê Zeyneb Murad jî ragihand ku ew piştgiriyê didin hewildanên Şandeya Aştiyê ya Navneteweyî.

Ji deverên cuda yên cîhanê zêdeyî 150 kes ji bo diyalog di navbera hêzên Kurd de çêbibe û dawî li êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk bê anîn, xwestin biçin Hewlêrê lê belê beşek ji wan hate astengkirin û hinek jî hatin dersînorkirin.

Koma ji derdora 70 kesî ku karîbû li Hewlêrê bimîne, îro xwest li pêşiya Nûnertiya Neteweyên Yekbûyî daxuyaniyekê bide çapemeniyê.

Lê belê hêzên PDK’ê destûra vê yekê neda.

Asayîşa PDK’ê dor li otela Blue Mercury pêçand ku şande lê dima.

Tevî vê yekê jî şandeyê daxuyaniyek da çapemeniyê û avabûna însiyatîfa “Defend Kurdistan-Kurdistanê Biparêze” ragihand.

Di însiyatîfê de ev daxwaz hatin kirin:

Sekinandina operasyonên artêşa Tirk ser xaka Başûr.

Pêşî li talankirina xwezaya Kurdistanê bigirin.

Hêzên herêmî û navneteweyî dawî li hevkariya li qirkirina li Kurdistanê bînin.

Em piştgiriyê didin sekna hevpar a partî, sazî, gel û gerîlayên Kurd a li dijî dagirkeriya Tirk.

Na ji projeya Neo-Osmanî ya Erdogan a li Rojhilata Navîn û Rojhilatê Derya Spî.

Piştî civîna çapemeniyê Serokê Partiya Komunîst a Fransayê û Senator Pierre Laurent axivî û got:

“Ji bo piştgiriya xwe ya bi Kurdistanê re nîşan bidin û bixwazin ku êrişên dewleta Tirk tavilê bêne rawestandin em hatine vê derê.”

Zeyneb Murad: Em piştgiriyê didin hewildanên şandeya Aştiyê

Hevseroka Kongreya Netewî ya Kurdistanê Zeyneb Murad têkildarî hatina Şandeya Navnetewî ya Aştiyê ji bo Başûrê Kurdistanê axivî.

Zeyneb Murad got:

“Em piştgiriyê didin van hewildanên wan, ji berku ev şande dixwaze bêdengiya cihanê ya li beramberî dagirkeriya dewleta Tirk bişkîne.

Em tev bi hevre dikarin li diî dagirkeriya dewleta Tirk rawestîn. Ev yek ji bo me cihê serbilindiyê ye ku evqas dostên me li welatên Ewropî û cihanê hene.”

Back to top button