Partiyên siyasî, Hunermendên û Oldarên Kurd êrîşên dewleta Tirk şermezar kirin û li hemberî dagirkeriyê banga bilindkirina têkoşînê kirin.
Her wiha bang li PDK’ê kir ku pêşî li şerê Kurd bi kurd bigirin û nûnerên Rêveberiya Xweser û PYD’ê berdin.
Li dijî êrîşên dagirkeriya Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê, bertek û nerazîbûnên gel zêdetir dibe.
Hunermendên Qamişlo jî ev êrîş red kirin û bang li gelê kurd kir ku li hemberî planên dewleta Tirk û armacên wê hişyar bin.
Hunermendan ji PDK’ê xwest ku li hemberî êrîşan xwedî helwest be û nûnerên Rêveberiya Xweser û PYD’ê yên Başûrê Kurdistanê yekser berde.
Girêdayî heman mijarê, Endama Meclîsa PYD`yê ya herêma Firatê Bêrîvan Ismaîl girtina nûnerên wan ji aliyê desthilata PDK’ê ve bi kiryarekî derqanûnî bi nav kir.
Her wiha oldarên herêmê jî xwedî bertek bûn û anî ziman ku êrîşên dagirkeran li dijî rêgezên civakî û mirovî ye û teqez kir ku parastina xaka Kurdistanê erk û ferz e.