Li Helebê panelek li ser çareserkirina krîza Sûriyê hat li dar xistin

Nivîsgeha MSD’ê ya li Helebê,bi sernavê “Astengiyên niha û pêşerojê ji bo çareserkirina krîza Sûriyê” panelek li taxa Şêxmeqsûdê dar xist.

Panel bi beşdariya nûnerên ji partiyên siyasî, û gelek kesayetên serbixwe li nîvîsgeha MSD’ê ya li taxê pêk hat.

Di panelê de,rojnameger Cemîl Reşîd axivî û anî ziman “Hin alî bi rêka komên radîkal xwstin li herêmê guhertinan çêkin, lê ev fikir bi saya pergala netewa demokratîk neçû serî.”

Endamê Meclisa Giştî ya PYD Bedran Hemo jî balkişand li ser Tevgerên Demokratîk û destnîşan kir
“Derketina Tevgerên demokratîk a bi armancên azad, hişt ku gel xwe bi xwe bi rê ve bibe û hêzên dagirker dûr bixe.”

Back to top button