Artêşa dagirker gundewarê rojavayê Til Temirê topbaran kir

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê gundewarê rojavayê Til Temirê topbaran kir.

Nûçegihanê me ji herêmê ragihand ku beriya saetekî dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê gundê Gozeliyê yê rojavayê navçeya Til Temrê ku dikeve kêleka rêya M4 topbaran kir.

Nûçegihanê me da zanîn ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê xaniyên gundiyan û dibistana gund bi çekên giran kir armanc.

Di derbarê ziyanan de tu agahî nehatine ber destên me.

Artêşa Tirk gundê Gozeliyê topbaran kir, sewalên şêniyan telef bûn

Di encama topbarana dewleta Tirk a dagirker li ser gundê Gozeliyê de 18 serî pezê şivanekî hatin telefkirin û gelek ziyanên din çêbûn.

Hêzên dagirker ji gundê El-Erbeyîn û girê El-Amiriyê yên dagirkirî ve, gundê Gozeliyê
armanc kirin.

Back to top button