DYA çareseriya “bi du dewletan” a Qibrisê red kir

Bertekên li dijî axaftinên serokomartê Tirkiye Erdogan yên ji bo parçekirina Qibrisê didome. Rêveberiya Qibrisê têkildarî mijarê serî li Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî da. DYA plana Erdogan red kir û NY ragihand ku ew ji rewşa heyî bifikarin. Yûnanîstan, Fransa, Birîtanya û YE gotinên Erdogan bi “provakasyon” binav kirin.

Serokomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan di serdana xwe ya 20’ê Tîrmeh ya ji bo Qibrisê de, bi awayekî eşkere daxwaza parçebûna Qibrisê kiribû.

Erdogan ji bo çareseriya rewşa li Qibrisê plana “du dewletan” avêtibû naverastê.

Bi derketina vê yekê re, li Ewropa û Amerîka bertek derketin.

Berpirsa Şêwirmendiya Karûbarên Siyaseta Wezareta Karên Derve ya DYA Victoria Nuland diyar kir ku DYE çareseriya bi du dewletan a li Qibrisê red dike.

Senatoran dema ku pirsa DYA çareseriya bi du dewletan red dike yan na, Nuland got, “Belê, teqez red dike.”

“Em di wê baweriyê de ne ku tenê bi lîderiya Qibrisê, pêvajoyeke bi du herêm û du civakan wê aştî û aramiyê pêk bîne.”

Erdogan roja Sêşemê serdana bakurê Qibrisê kiribû ku ji sala 1974’an û vir ve di bin dagirkeriya dewleta Tirk de ye.

Erdogan di vê serdanê de îdîa kiribû ku heta nebe du dewlet wê danûstandin bi pêş ve neçe.

Her wiha gotibû, wê pêvajoya jinûve vekirina bajarê Varoşa (Maraş) dewam bikin ku 47 sal e bajar girtî ye, kes lê nîne.

Blinken: Provakasyon nayên pejirandin

Wezîrê Karên Derve yê DYA’yê Antony Blinken êvara Sêşemê daxuyaniyek dabû, jinûve vekirina Varoşa şermezar kiribû û gotibû,

“Provokasyon nayê qebûlkirin” û nêzîkatiyeke wiha “Li dijî sozên hatine dayine.”

Blinken li ser Twitterê daxuyaniyek da û anî ziman ku ew bi Serokkomarê Qibrisê re axiviye û got,

“Ji bo Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî bersiveke misoger bide, em zextê dikin.”

Victoria Nuland jî diyar kir ku ew bi rayedarên Tirk hevdîtinê dikin ji bo ji biryara xwe ya têkildarî Varoşa vegerin.

Guterres ji geşedanên li ser Qibrisê bifikare

Sekreterê Giştî yê NY Antonio Guterres jî diyar kir ku ji geşedanan “pir bi fikar e”.

Di daxuyaniya ji aliyê berdevkê Guterres ve hat dayîn de, hate teqezkirin ku “Sekreterê Giştî gelek caran bang li aliyan kir ku gavên yekalî neavêjin ku dê lêgerîna lihevkirinek mayînde bixe xeterê.”

Fransa, Yûnanîstan û Brîtanya li dijî Erdogan derketin

Her wiha tevî YE, Wezîrên Karên Derve yê Yûnanîstan, Fransa û Brîtanya jî li dijî axaftina Erdogan bertek nîşandabûn û ev yek weke “provakasyon” binav kiribûn.

Dewleta Tirk 1974’an bi zora leşkerî Qibris dagir kiribû.

Beriya vê dagirkeriyê, ji sedî 53 dahatuya geştiyariya gravê ji Varoşayê bû.

Back to top button