Zelal Ceger: Hewldanên şerê navxweyî, lîstoka dewleta Tirk e

Hevseroka TEV-DEM Zelal Ceger têkildarî şehîdxistina grîlayan di êrîşa hêzên PDK’ de got: Ger PDK’ê partiyeke Kurdistanî be bila tavilê têkiliyên xwe bi dewleta Tirk re qut bike û li gelê Kurd û daxwazên wê guhdar bike. 

Li gorî nûçeya Rojnewsê, komek gerîlayên HPG’ê şeva 26’ê Tîrmehê di gundê Kinek re derbas dibûn, li herêma Xelîfan a Xakurkê ji aliyê hêzên PDK’ê ve bi çekên giran tên gûlebarankirin.

Di encama êrîşê de 3 gerîla şehîd dibin û cenazeyên wan ji aliyê hêzên PDK’ê ve tên revandin.

Têkildarî mijarê, Hevseroka Tevgera Civaka Demokratîk TEV-DEM Zelal Ceger anî ziman ku ev agahî ji bo me bi êş e û diyar kir ku HPG’ê gelek caran gotibû ew naxwaze bi PDK’ê re şer bike.

Hevseroka TEV-DEM’ê destnîşan kir ku hewldanên şerê navxweyî di navbera PDK û PKK’ê de lîstokeke ku ji aliyê dewelata Tirk a dagirker ve tê kirin..

Zelal Ceger: ger PDK’ê pariyeke Kurdî be, bila têkiliyên xwe bi Tirkiyê re qut bike

Zelal Ceger anî ziman ku pêwîst e PDK’ê hêzên xwe ji qadên gerîla yên li Herêmên Parastinê yên Medyayê vekişîne.

Zelal Ceger da zanîn ku PDK’ê dibêje ku ew pariyeke Kurdistanî ye, ger partiyeke Kurdistanî be bila tavilê têkiliyên xwe bi dewleta Tirk re qut bike û li gelê Kurd û daxwazên wê guhdar bike.

Zelal Ceger: Bila gelê Kurd li dijî PDK’ê helwesteke xurt nîşan bidin

Zelal diyar kir ku pêwîste PDK li ser maseya diyalogan bi PKK’ê re rûnê û pirsgirêkan çareser bike û diyar kir ku şerê navxweyî dê bandorê li gelê Kurd bi giştî bike.

Hevseroka TEV-DEM’ê Zelal Ceger bang li gelê Kurd kir ku li hemberî kiryarên PDK’ê helwesteke xurt nîşan bide û got:

“Dem dema ku em bêjin êdî bes e, bes ji hevkariya bi dewleta Tirk a dagirekr re, bes e xiyanet.”

Back to top button