”Heke Civaka Navneteweyî di têkbirina DAIŞ’ê cidî be, divê piştgiriya Rêveberiya Xweser bike”

Pisporê Karûbarên Tevgerên Îslamî û Terora Navneteweyî Munîr Edîb diyar kir ku hêzên navdewletî ji ber têkiliya xwe ya bi tirkî re ji bo darizandina çeteyên DAIŞ’ê gav navêjin.

Munîr Edîb anî ziman ”Heger civaka navneteweyî dixwaze çeteyên DAIŞ’ê bi temamî têk bibe, divê piştgiriya Rêveberiya Xweser bike,li hember dewletên ku piştgiriya wan dikin bisekine.

Ji ber paşgûh kirina dosyaya DAIŞ’ê xeteriya çeteyên DAIŞ’ê yên di girtîgeh û kampên Bakûr û Rojhilatê Sûrî de roj bi roj zêdetir dibe.

Têkildarî mijarê, Pisporê Karûbarên Tevgerên Îslamî û Terora Navneteweyî Munîr Edîb diyar kir ku hin çeteyên DAIŞ bi dawî nebûne û got:

“Serokê Amerîka yê berê di 22’yê Adara 2019’an de ragihand ku DAIŞ bi dawî bûye, lê bi dawî nebûye.

Divê ev yek di ber çavan re were derbaskirin. DAIŞ hîna bi şaneyên xwe yên veşartî û çalak heye.”

Munîr Edîb destnîşankir ku hin rewşên navnetewî hene derfetan dide DAIŞ’ê da ku hin zêdetir çalak bibe.

Hin dewlet jî hin e pêştevaniya vê rexistinê dikin, di serî de dewleta Tirk, atmosfêreke guncaw jê re ava dikin.

Şensên mezin dide rêxistinên tundraw ji DAIŞ’ê bigire heta bi rêxistinên herêmî ku ji Iraq û Sûriyê derkevin.

Heger civaka navneteweyî dixwaze çeteyên DAIŞ’ê bi temamî têk bibe, divê li hember dewletên ku piştgiriya wan dikin bisekine.”

“Civaka navneteweyî ji ber Tirkiyê di mijara dosya DAIŞş’ê de gav navêjin”

Girêdayî sedema sereke ya paşguhkirina dosyaya DAIŞ’ê û malbatên wan ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji aliyê civaka navneteweyî ve Edîb ev tişt anî ziman:

” Hêzên navdewletî ji ber têkiliya xwe ya bi dewleta Tirk re di dosyaya darizandina DAIŞ’ê de piştgiriya Rêveberiya Xweser nakin.

Ji ber ku ew jî têkiliyên dewleta Tirk û DAIŞ’ê baş dizanin.

Heger civaka navneteweyî di têkbirina çeteyên DAIŞ’ê de cidî be divê piştgiriya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bike; ji bo darizandina çeteyan gav bavêje.

Back to top button