Dagirekran careke din gundên Girê spî û Şêrawa ya Efrînê dan ber topan.
Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên xwe êrîşên xwe yên li ser herêmê zêde kirine.
Dagirkeran îro piştî nîvro gundê Aqibê ya girêdayî navçeya Şêrawa ya Efrînê topbaran kirin.
Dagirkeran gundên Girê Spî bi çekên giran topbaran kirin
Her wiha destê sibê jî, artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundên Sewan, Zenubiya, Erîda û Xerbet Beqer ên li rojavayê Girê Spî ya dagirkirî bi çekên giran topbaran kirin.
Li gundê Elî Fero yê Qamişlo li dijî wesayîtekê êriş pêk hat
Li ser rêya Elî Fero ya di navbera rêya M4 û bajarê Qamişlo de ye êriş li dijî erebeyekê pêk hat.
Heta niha derbarê encamên êrişê de daxuyanî nehatine dayîn