Li Kobanê gazî û şêniyan êrîşên ser herêmê bi meşekê şermezar kir

Bertekên li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêde dibin.
Îro bi pêşengiya gaziyan, bi sedan şêniyên kantona Kobanê bi meşekê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin.

Meş ji qada Jina Azad a bajarê Kobanê ber bi qada Şebîd Egîd ve dest pê kir.

Meş li qada Şehîd Egîd veguherî mîtîngê.

Li mîtîngê, piştî rêzgirtinê, endamê Mala Birîndaran a Kobanê Îsmaîl Hemo êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin û got:

Dewleta Tirk a dagirker eşkere li malên sivîlan û erebeyên wan dide. Bi vê yekê sînordar nema, lê birîndarên şer ên ku şerê terorê kirin, dike hedef.

Îsmaîl Hemo bang li civata navneteweyî kir ku hesab ji dewleta Tirk bixwaze.

Mîtîng bi diruşmeyên rawestandina êrişên Tirkiyê bi dawî bû.

Back to top button