HDP wê prensîp û pîvanên xwe ji bo muxateban hemûyan eşkere bike

Li Tirkiyê, li ser hilbijartineke pêşwext guftûgoyên germ destpê kirine. Bi van guftûgoyan re bala raya giştî û nexasim a Kurdan çûye ser Partiya Demokratîk a Gelan a HDP’ê. Partiya gelan a HDP’ê diyar kir ku wê bi deklerasyonekê helwesta xwe zelal bike.

Li Tirkiyê, ev demeke li ser hilbijartineke pêşwext guftûgoyan destpê kiriye.

Di vê çarçoveyê de Partiya Gelan HDP’ê wê 27’ê Îlonê di asta endamên navendî û partiyê de bicive.

Çav li rê ye, wê di civînê de, HDP’ê bernameya xwe ya çareserkirina pirsgirêkan û deklarasyona xwe ya ji bo hilbijartina pêşwext eşkere bike.

Jixwe, partiya desthilat a Tirkiyê AKP û şirîkê wê MHP’ê ji tirsa xwe ji niha ve ketine nava guftûgoyan.

Belkî ne tenê, guftûgo, hinek qanûnan jî ji niha ve li gorî xwe diguherînin.

Li Tirkiyê benda hilbijartinê ji sedî 10 e, û ev yek bi salan li dijî tevgera Kurd hat meşandin.

Lê niha ji ber ku şirîkê AKP’ê MHP nikare ji benda ji sedî 10 derbas bike, dixwazin bendê daxin ji sedî 7.

HDP wê bi deklerasyonê polîtîkaya xwe eşkere bike

Bi van guftûgoyan re HDP jî ket nava tevgerê.

Navenda HDP’ê bi pêşengiya hevserokan wê bicive û komîsyonekê diyar bike da ku deklarasyona hilbijartinên pêşwext destnîşan bike.

Tê payîn ku wê HDP bi vê deklarasyonê diyar bike ku ka di çareserkirina pirsgirêkên Tirkiyê de bernameya wê çi ye, û di hilbijartinan de rêya bişopîne çi ye.

Çav li rê ye, HDP polîtîkaya xwe ya weke rêya sêyemîn bi nav dike, bi awayekî nû bi rêk û pêk bike, û weke deklarasyonekê eşkere bike.

Back to top button