Endamên meclîsa gel a digurû ya Şengalê: Kes nikare fikrê Rêber Apo ji nav me derxîne

Li başûrê Kurdistanê nerazîbûn û çalakiyên li dijî tecrîdê û komploya navnetewî dewam dikin.

Endamên Meclîsa Gel a Digurê ya ser bi Şengalê, Hevserokê Tevgera Azadî yê Germiyanê û Kakeyiyên navçeya Çemçemal a Silêmaniyê komploya 15’ê Sibatê şermezar kirin û banga azadiya Rêber Apo û derxistina PKK’ê ji lîsta terorê kirin.

Komploya navneteweyî a li dijî Rêber Apo ku 23 sal li pêy xwe hişt.

Nerazîbûn û çalakiyênn li dijî komployê dewam dikin.

Derbarê komploya 15’ê Sibatê de endamên Meclîsa Gel a Digurê a Şengalê ji ajansa Rojnewsê re axivîn.

Endamê Meclisa Gel a Dugurê Mûsa Qasim diyar kir hêzên navnetewî ramanên Rêber Apo li ser projeyên xwe weke metirsî didîtin, ji ber wê komplo li dijî Rêber Apo pêk anîn.”

Mûsa Qasim anî ziman bi komploya 15’ê Sibatê ya li dijî Rêber Apo îxanet li morivahiyê hate kirin û got:

“Kesekî ku tevahiya kar û xebatên xwe ji bo mirovahî û demokrasiyê dimeşand di vê rojê de hate girtin.

Ji ber wê jî pêwîste her kes vê rojê wek roja îxaneta li mirovahiyê binav bike.”

Endamê Meclisa Gel a Digurê Xelîl Cemo jî destnîşan kir ku Fikrê Rêber Apo ji bo gelên bindest fikrekî pîroze, gelên bindest tenê bi saya vî fikrî dikarin xwe ji bindestiyê rizagarbikin, lewma ev komplo li dijî Rêber Apo hate kirin.

Xelîl Cemo bal kişand ser fermana 74’an a li dijî gelê Êzidî û bi bîr xist ku gerîlayên bi ramanên Rêber Apo li dijî DAIŞ’ê şer kirin, Şengal ji qirkirinê xilas kirin.

Xelîl Cemo herî dawî îşaret bi êrişên li dijî Şengalê kir û got,

“Bi êrîşan tu kes wê nikaribe fikrê serokatî ji nava me tine bike.”

Hewrê Cebar: Komploya navnateweyî heta roja îro jî dewam dike

Hevserokê Tevgera Azadî ya Germiyan Hewrê Cebar jî têkildarî salvegera komployê axivî û komplo şermezar kir.

Hewrê Cebar diyar kir ku armanca komploya navneteweyî ya li ser Rêber Ocalan tinekirina doza Kurd bû û got:

“Ev komplo heta roja îro ji berdewame.”

Kakeyiyên Çemçemal: Divê herkes daxwaza azadiya Rêber Apo bike

Kakeyiyên navçeya Çemçemal a Silêmaniyê jî derbarê komploya navteweyî de ji Rojnewsê re axivîn.

Mam Xelef Seîd destnîşan kir Rêber Apo Mandelayê Kurd e û got,

“Divê em hemû ji bo Rêber Apo daxwaza azadiyê bikin.”

Herêm Kakeyî jî diyar kir ku bi girtin û tecrîdkirina Rêber Apo, qet pirsgirêka Kurd çareser nabe.

Herêm Kakeyî têkildarî kampanya derxistina PKK’ê ji lîsta terorê jî xwest ku navê PKK ji lîsteyê were derxistin.

Back to top button