Efxanistan..Li nêzî balefirgeha Kabulê guleyek topê li malekê ket

Li herêma bakurê paytexta Efxanistanê, topek li malekê ket. Di encamê de, zarokekî jiyana xwe ji dest da.

Li nêzî Balefirgeha Hamîd Karzaî ya Kabulê dengê teqîneke mezin hate bihistin.

Li gorî agahiyên di çapemeniyên cîhanî de hatî parvekirin, mûşekek li malek nêzî balefirgehê ketiye.

Di encamêde, zarokekî jiyana xwe ji dest da û 3 jî birîndar bûn.

Balkêşe doh Serokê DYA Joe Biden ragihandibû ku ew li bendê ne di nava 34 saetên pêş de teqîn pêk were.

Heta niha ti aliyekê ev êriş li xwe ne girtiye.

Li paytex Kabulê ji her demê zêdetir metirî heye.

Back to top button