Cezayîrê qada hewayî li Fasê girt

Di navbera Cezayîr û Fas yên ku li bakurê parzemîna Afrîka ne, alozî derbasî asteke nû bû.

Piştî aloziya bi mehan, Cezayîrê qada hewayî li welatê cîran Fasê girt.

Aloziya navbera Cezayîr û Fasê de, derbasî asteke nû bû.

Konseya Ewlekariyê ya Bilind a Cezayîrê biryar da ku qada hewayî li hemû balafirên sivîl û leşkerî yên Fasê bigre.

Ev biryar piştî civîna Konseya Ewlekariyê ya bi serokatiya Serokomar Ebdulmecîd Tebbûn hate ragihandin.

Di civînê de rewşa sînorê bi Fasê re hate nirxandin.

Di daxuyaniya hate dayîn de wiha hat gotin;

“Ji ber provokasyon û pratîkên dijminane yên Fasê” biryar hatiye wergirtin ku qada hewayî bê girtin.

Cezayîrê 24’ê Tebaxê têkiliyên dîplomatîk ên bi Fasê re rawestandibû.

Wezîrê Karên Derve yê Cezayîrê Ramtan Lamamra wê demê daxuyaniyek dabû û diyar kiribû ku Fas dest ji “çalakiyên dijminane yên li dijî Cezayîrê bernade.”

Têkiliyên navbera herdû welatan bi taybetî ji ber pirsgirêka Sahra Rojava ku ji sedî 80 di bin kontrola Fasê de ye, bêhtir nebaş bû.

Sahra Rojava ku qada berê ya mêtingeriya Spanyayê ye, ji ber ku çareseriyeke mayinde jê re nehatiye destnîşankirin ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve weke “herêma ne otonom” hatiye pênasekirin.

Bi dehan sal in li vê herêmê Eniya Polisario û Fas li hemberî hev radibin.

Cezayîr jî piştgiriyê dide Polisario.

Rêveberiya Rabatê planeke xweseriyê ya di bin serweriya xwe de pêşkêş dike.

Polisario jî dixwaze ku di bin sîwana Neteweyên Yekbûyî de çarenûsa xwe bi referandûmê diyar bike.

Back to top button