Îro xelkên Silêmaniyê ji bo şermezarkirina êrişên li ser başûrê Kurdistan û armancgirtina têkoşerên kurd meşeke li darbixin.
Desteya Dij Teror û Dagirkeriyê bi daxuyaniyek ragihand wê îro li Silêmaniyê meşek girseyî li dijî dagirkeriyê û êrişên li ser şoreşgerên Kurd ên li Başûr were li darxistin.
Di derbarê mijarê de Endama Desteya Dij Teror û Dagirkeriyê Newroz Fal bi rêya Rojnews’ê banga tevlibûna meşê li welatiyên Herêma Kurdistanê kir.
Li gorî daxuyaniyê, wê meş îro di saet 16:30’an de li ber Baxê Giştî yê Silêmaniyê destpê bike.
Komîta amadekar a çalakiyê banga tevlibûnê li xelkê Başûrê Kurdistanê kir.