Pêşenga li dijî hovîtiya çeteyên DAIŞ’ê bû

Gerîlaya YJA Starê Tolhildar Raman bîrdoziya Rêber Abdullah Ocalan ji bo xwe kir bingeha jiyan û têkoşînê. Ew bû rêwiya azadiyê û parêzvana nirx û bîrdoziya jinan. Tolhildan Raman heta kêliya dawî ya jiyana xwe digot: Em ê bi têkoşîna jinên azad rêxistina xwe xurtir bikin.

Ji bo parastina axa xwe ya pîroz , gelek lehengî û berdêlên giran dan.

Hem jî her dem têkoşîna azadiya jin û civaka xwe dikir.

Em behsa şehîd Tolihildan Raman dikin.

Tolhildan Raman piştî komploya li ser Rêber Abdullah Ocalan di 17’ê Sibata 1999’an de ji bajarê Tirbespiyê ya Rojavayê Kurdistanê beşdarî nava refên Tevgera Azadiya Kurdistanê dibe.

Piştî êrîşên DAIŞ’ê li ser Rojavayê Kurdistanê destpê dike, weke fermadarek li dijî hovîtiya çeteyên DAIŞ’ê pêşengiyê ji şerê gel ê şoreşgerî re dike.

Tolhildan Raman sala 1982’an li bajarê Qamişloyê yê Rojava, li nava malbateke welatparêz ji dayik bû.

Di nava atmosfera têkoşînê ya Şoreşa Azadiyê ya Kurdistanê mezin bû, weke jineke Kurd di temenê xwe yê ciwantiyê de kete nava lêgerînê, xwend û xwe zane kir

Tolhildan ku bi dilsoziya xwe ya bi îdeolojiya Apoyî, şehîdan, gel û welatê xwe dihate naskirin, daxwaz û biryardariya xwe ya ji bo têkoşînê her tim di asta bilind de hişt.

Ew li her eniya şer bû sembola jina Kurd a berxwedêr.

Bi fedakarî û wêrekiyeke mezin li hemberî DAIŞ’ê rabû.

Hêzên parastina Gel HPG’ê derbarê Tolhildan dibêje:

Hevrêya me Tolhildan fermandarî ji gelek pêngavên azadkirinê re kir û li nava xelkê me yê Bakur-Rojhilatê Sûriyê di dilê her kesî de bû cihê hezkirinê.

Di demekê de ku tevgera me li ser bingeha pêngava ‘dem dema azadiyê ye’ ber bi serketinê ve dimeşe, erka xwe ya demê da ser milê xwe û weke fermandareke fedayî ya serfiraziyê, dema ku ber bi cihê nû yê erka xwe ve diçû, di êrişa hêzên PDK’ê de şehîd bû.

Gerîlaya YJA Star’ê Tolhildan Raman di 29’ê Tebaxê de li gel 6 hevalên xwe, li Xelîfanê di encama êrîşa PDK’ê de şehîd bû.

Tolhildan Raman bi dilnizimî û kedkariya xwe bû mînaka fedekarî û lehengiyê.

Back to top button