Rêveberiya Xweser: Divê Kurd li her deverê dengê xwe bilind bikin

Ji 2’ê Cotmehê ve PDK’ê di bin navê amadekariyên hilbijartinan de dixwaze hêza xwe a çekdarî derbasî Şengalê bike. Rêvebera PYD’ê Foza Yûsif ev tevger weke encama tifaqên paşverû binav kir û ji gelên Bakur û Rojhilatê Sûrî xwest li Şengalê xwedî derkevin. Foza Yûsif şehîdxistina gerîllayên Kurdistanê li ser destê çekdarên PDK’ê jî bi bîr anî û ev sûc bi tundî şermezar kir. 

Îradeya siyasî ya li Şengalê eşkere kir ku ew li dijî PDK’ê di bin navê hilbijartinan de hêza xwe a çekdarî derbasî herêmê bike.

Ji ber vê yekê hem Rêveberiya Xweser, hem jî tevgera jinan li Şengalê banga xwedîderketinê li gelê Kurd kirin.

Li ser mijarê Endama Desteya Hevserokatiya PYD’ê Foza Yûsif ji Ajansa Hawarê re axivî û parastina civaka Êzdî weke erka neteweyî binav kir.

Foza Yûsif: Êriş li xelîfanê xizmetê dide plana qirkirinê

Foza Yûsif li êrişa hêzên PDK’ê ya 29’ê Tebaxê li dijî 7 gerîllayên HPG’ê şermezar kir û got:

Ev êriş destekê dide dewleta Tirk û xizmeta plana qirkirinê ya li ser gelê Kurd dike.

Ev êriş dagirkeriya li ser Kurdistanê rewa dike.

Ji ber gerîla hêza yekane ye ku li dijî dagirkeriya dewleta Tirk parastinê dike û li dijî qirkirinê li ber xwe dide.

Ev êriş li dijî yekîtiya neteweyî ye. Perçebûna Kurdistanê erê dike û cesaret dide dijminê gelê Kurd.

Foza Yûsif: Em li civaka Êzdî xwedî derkevin

Foza Yûsif, tekildarî hewldanên PDK’ê yên derbasbûna Şengalê jî ev nirxandin kir:

Divê rêzê ji vîna Rêveberiya Xweser a Şengalê re bigre. Rêbazên çekdarî wê rê li pêşiya encameke kambax veke. Ev hewldan encama itifaqên paşverû ne.

Em weke gelê Rojava, xwe di ber gelê Şengalê de berpirsiyar dibînin. Parastina gelê me yê Şengalê erka neteweyî ye.

Şengal rûmeta gelê Kurd e, çawa gelê Rojava li dijî fermana 2014’an rawestiya, niha jî wê li vîna gelê Şengalê xwedî derbikeve û rê nede fermanên nû.

Back to top button