Zîlan Ereb..Li goristana şehîd Dijwar a bajarê Hesekê hat bibîranîn

Rêvebera Akademiya siyasî ya PYD Zîlan Ereb (Emel Silêman) a ku di Berxwedana Rûmetê de li Serêkaniyê şehîd bû îro di salvegera şehadeta xwe hat bibîranîn.

Meclisa jin a PYD ‘ê merasîma bîranîna salvegera şehîd Zîlan li Goristana Şehîd Dijwar a gundê Dawûdiyê ya Hesekê li dar xist.

Malbata şehîd Zîlan, Endamên Meclisa jin, meclisa giştî ya PYD ‘ê, nûnerên saziyên Sivîl, Kongreya Star û şêniyên bajêr beşdarî merasîmê bûn.

Di merasîmê de Endama Meclisa giştî ya PYD’ê, Ahîn Elî axivî û got: ”

Şehîd Zîlan ji ber dayika wê Kurd e û bavê wê Ereb e, her tim digot: ‘ez dikarim xwişk û biratiya gelan hempêz bikim, ji ber ku ez li gorî rêgezên biratiya gelan di nava malbata xwe de mezin bûm.’

Bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan Semer El-Ebdullah jî axivî û anî ziman ku şehîd Zîlan û hevalên wê ji ber fedekariya wan a di parastina herêmê de, tu carî nayên ji bîr kirin.

Dayika şehîd Zîlan Ereb, Fadiye Yunis jî got:” Ez bi keça xwe şehîd Zîlan serbilind in, wê ji felsefeya neteweya demokratîk pir hêz digirt û ew bû sembola lehengiya Serêkaniyê..

Back to top button