Li Hindistanê..Herî kêm 26 kes mirin û bi dehan jî wenda ne

Li Başûrê Hindistanê ji ber barana zêde lehî rabû. Li gorî daneyên fermî heta niha 26 kes mirine û bi dehan jî wenda ne.

Lehiyê herî zêde bandor li Eyaleta Kerala kir.

Bi rojan e ji ber barana zêde li vê eyaletê lehî rabûye û bi dehan xanî dan ber xwe.

Rêveberên herêmî eşkere kirin ku heta niha 26 kesan jiyana xwe ji dest daye û bi dehan jî wenda ne.

Ji ber vê yekê fikar hene ku hejmara qurbanan zêdetir bibe.

Gundewarên herêmê jî ji ber tirsa lehiyê bi temamî hatin valakirin.

Li gelek deveran jî mirov asê mane û bi rêya helîkopteran alîkariya wan tê kirin.

Artêşa Hindîstanê ji bo alîkariya welatiyan, seferber bû.

Back to top button